{
    "guidelines.title": "Rêwerzên Civaka Scratchê",
    "guidelines.header": "Ji bo em Scratchê wekî civakeke dostane û afirmend biparêzin, pêdiviya me bi alîkariya her kesî heye da ku mirovên bi helwest û xwedî pêwendiyên cûrbicûr karibin bi dilxwazî jê sûd werbigrin.",
    "guidelines.respectheader": "Rêzdar be.",
    "guidelines.respectbody": "Dema te proje parve kirin an jî şîrove nivîsandin ji bîr neke ew ê mirovên bi temen û kesên xwedî paşerojên cûrbicûr wan bibînin.",
    "guidelines.constructiveheader": "Avakar be.",
    "guidelines.constructivebody": "Dema ku te li ser projeyên kesên dinê şîrove kir, tiştên te jê hezkirî bibêje û pêşniyaran li wan bike.",
    "guidelines.shareheader": "Parve bike.",
    "guidelines.sharebody": "Tu dikarî proje, raman, wêne an jî hemû tiştên te li ser Scratchê dîtine biguherînî – û her kes dikare tiştên te parve kirine bi kar bîne. Dema te tiştekî guhert behsa çêkerên wê jî bike.",
    "guidelines.privacyheader": "Agahiyên xwe yên kesane veşêre.",
    "guidelines.privacybody": "Ji bo sedemên ewlehiyê, agahiyên ku dikarin ji bo têkiliya kesane werin bikaranîn nede ti kesî - wekî paşnavên rastîn, hejmarên telefonê, navnîşan, navnîşanên epeyamê, lînkên malperên medyaya civakî an jî malperên ku gotûbêjên wan nehatine kontrolkirin.",
    "guidelines.honestyheader": "Rastgo be.",
    "guidelines.honestybody": "Xwe nexe şûna Scratcherên dinê, gotegotan belav neke, bi ti awayî ji bo xapandina civakê hewl nede.",
    "guidelines.friendlyheader": "Ji bo malper timî dostane bimîne, hewl bide.",
    "guidelines.friendlybody": "Heke bi raya te projeyek an şîroveyek bêrûmet, zimanpîs, zêde zordest an jî bi awayên dinê neguncav be, ji bo hayê me jê çekî li “Ragihîne”yê bitikîne.",
    "guidelines.footer": "Scratchê bi dil û can deriyên xwe ji mirovên bi hemû temen, nijad, etnîsîte, jêhatinî û meyldariyên zayendî re vekiriye."
}